Hewlêr..Bi10 hezaran Kurdistanî li Firanso Herîrî beşdarî fistîvala piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bûn

1:44:47 PM

RojavaNews :Bi beşdarbûna  Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Duh înê 22yê Elûna 2017an li Leystikgeha  Firanso Herîrî li Hewlêra peytext  Fistîvalek bi beşdariya 10ê hezaran  ji Kurdistaniyan , jibo piştevaniya rêfrandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê birêve çû.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di vê karnevalê de gotarek pêşkêş kir ,û di derbarê rêfrandoma serxwebûna herêma Kurdistanê de peyameke giring ji gelê Kurdistanê û Cîhanê re pêşkêşkir

Fistîva bi beşdarbûna hunermend Zekeriya Ebduleh ku gurzek sitranên Kurdî yên netewî li leystikgehê sitrand ,xweş û geşbûnek kire dilê amadeyan de , û çendîn sitranbêjên Kurdistanî sitranên xwe jî têde pêşkêş kirin.

 Herweha divê fistîval  û ahengê de çalakîne cuda di heman helkeftê de  birêve çûn ,û hatine pêşkêşkirin .

Hêjayî gotinêye ku hawîr dorî leystikgehê jî tijî kurdistanî bû,û bi dîlanan piştevaniya xwe diyarkirin.

E.U