PYDê li şûna xelkê di hilbijartinan de dengê xwe didin
PYDê li şûna xelkê di hilbijartinan de dengê xwe didin

PYDê li şûna xelkê di hilbijartinan de dengê xwe didin

 

 

2017-09-24 

RojavaNews: Tê zanîn li  hemo welatên cîhanê hilbijartin bi aweyekî şefaf têne encamdan û bi rêvedibin,  lê  tenê li Rojavayî Kurdistanê hilbijartin bi gefxwerinê û tezwîrê hatine bi rêvebirin û bi awakî sist hate bi rêvebirin û ji ber wê sedemê, PYDê li şûna xelkê di hilbijartinan de dengê xwe didin û sindoqên vala tijîdikin.

 

Jêderên navxuyî ji RojavaNews re eşkerekirin: Roja îna bihorî, hilbijartinên komînan li Rojavayê Kurdistanê bi awakî sist û  gefxwerinê û tezwîrê hate bi rêvebirin,  Piştî ku Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê di daxuyaniyekê de bang li Kurdperwerên Rojavayê Kurdistanê kir,  ku hilbijartinên PYDê baykot bikin û baweriyê pê nekin ji ber  ew hilbijartin hewleke zelale jibo şîwexistina nerînê li ser rêfrandoma serxwebûna Kurdistanê bikin.

 

 Li gorî  jêderên navxuyî ji RojavaNews re ragihandin: Li bajar û bajarokên Rojavayî Kurdistanê hilbijartinên komînan ji aliyê PYDê ve hatine bi rêvebirin,  û bi gefxwernê û çavsoriyî ji xelkê re digotin:” Eger kes kerta hilbijartinê nebe û beşdarî dengdanê nebe, Partiya Yekîtiya Demoqratî (PYDê) wê karê  piropegenda birîna sotemeniyê ango mazotê di werzê zivistanê de pêrabe û wê nahêle  mafê nanê rojane bistîne  û bi rênekirina mo,ameletan li hemo  dezgehan, û herweha, bi nehêştina mafê  bi avakirina otumbîlan û xanî û zeviyan piropegendan jêre hate kirin û hatine encamdan.

 

Herwiha, jêderên navxuyî eşkerkirin: “rêjeya beşdarkirinê li helbijartinên komînan de ku PYDê bi rêvebirin gelek kêmbû, û bi taybet kêmbûna rêjeya beşdarîkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê di hilbijartinên komînan de berçav bû û bi tenê xelkên Ereb beşdarî li hibijartinên komînan kirin.”

 

Herweha,  û li gor wan jêderan, dergehên dengdanê li ser hilbijartinên komînan ji demjmêr heştê sibehê ve hatine vekirin, û di heyama yek demjimêr de dengder nemane  û navendinên ku jibo dengdanê hatibû amedekirin valabûn û bi tenê ew kesên ku li ser sidoqên  dengdanê hatibûne destnîşankirin û çekdarên ku bi erkê parastinê de rabûn mabûn.

 

 Hêjayî gotinê ye û di dawiya hilbijartinê de û bi sedema beşdarnekirina xelkê Rojavayî Kurdistanê di hilbijartinên komînan de,  PYDê sindoqên dengdanê  bi dengên tezwîr pirkirin û li şûna xelkê deng didan.

 

Qadî