Necmedîn Kerîm: Îro rojek dîrokiye berve serxwebûna Kurdistanê
Necmedîn Kerîm: Îro rojek dîrokiye  berve serxwebûna Kurdistanê

Necmedîn Kerîm: Îro rojek dîrokiye berve serxwebûna Kurdistanê

 

 

2017-09-25

RojavaNews: parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ligel hevjîna xwe bi cil û bergên Kurdî li binkeya dengdanê li bajarê Kerkûkê beşdarî proseya dengdana referandûma serxwebûna Kurdistanê bû û dengê xwe da.

Piştî dengdanê, Necmedîn Kerîm ji rojnamevanan ragihand, îro rojek e di jiyana me hemûyan de dimîne û emê ji neviyên xwe re bibêjin ku yekem pêngavên dewleta Kurdistanê ya serbixwe dana.”

Parêzgarê Kerkûkê ji bo Kurdistana azad û serbixwe daxwaz ji tevahiya xelkê parêzgeha Kerkûkê kir, beşdarî proseya dengdanê bibin.

Herwiha got: “Sibe dewam dest pê dike û diçin qonaxeke nû û ligel aliyan dest bi guftûgo dikin, ji bo jiyaneke aram û bextewer ji hemû pêkhateyan re dabîn bikin.”

Parêzgarê Kerkûkê ragihand, Kerkûk aram e û xelkê Kerkûkê di aramiyê de ye û ti metirsiyek jî nîn e.

 

Qadî