2:27:21 PM
RojavaNews: Berdevkê Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan û Rêfrandoma Herêma Kurdistanê, Şêrwan Zirar hin amarên destpêkê yên rêfrandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê aşkere kir.
Zirar di konfranseke rojnamevanî de li Hewlêrê ragihand, rêjeya beşdarbûna xelkê di rêferandomê de bi qaserî 72.16 ji sedî bû.
Zirar xuyakir: 4 milyon û 581 hezar û 255 kesan ku mafê xwe yên dengdanê jêre derdikevin di proseya rêfrandomê de hebûne.
Zirar ragihand û wiha got: 3 milyon û 958 hezar û 120 kesan li Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, ku di bin paristina Pêşmerge de bûn, mafê dengdanê ji wan re hebûn û hejmareke zêde ji neşteciyên li deverên Kurdistanî yên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê aware bûn û di kampan de bûn, ji vê hejmarê ewên ku deng dane, 497 hezar 190 dengder bûne.
Berdevkê Komisyonê di wî konfransê rojnamevanî de ragihand, ku 98 hezar û 945 kesên ku li derveyî welat dijîn dengê xwe dabûn.
Hêjayî gotinê ye ku heta 72 demjimêran de û bi wate 3 rojên din de wê encamên despêkê yên fermî werin ragihandin û belavkirin.
Qadî
