6:25:41 PM
RojavaNews :Komisyona Bilind a serbixwe ya rêfrandomê li Kurdistanê encamên rêfrandomê li herêma Kurdistanê berî bîstikekê ,serkeftina rêfrandomê ,ragihand ku :" % 92.73encama dengê belêye,û 7.27% bi nexêr deng dane,ji tevahiya 75, 92 yê ku di dengdan kirin "
Her weha Berdevkê Komisyona Bilind a serbixwe ya rêfrandomê li Kurdistanê ragihand ku di encamên rêfrandomê de ti pirsgirêkên mezin yan jî sextekirin têde çênebûye.
Komisyonê di berdewamiya ragihandina encamande, ku bi awakî zindî hate belavkirin di tevahiya ekranên Kurdistanî de..4,581,225 kesî mafê wan yê dengdanê hebû ,di her 5 parêzgehên kurdistanê Hewlêr,Silêmanî,Duhok,Kerkûk û Helbçe ,di gel deverên derveyî rêvebiriya Herîma Kurdistanê.
Hêjayî gotinê ye ku 3,305,925 welatiyî beşdarî rêfrandomê ye,û 170hezar û 611 deng hatine dûrkirin
E.U
