Wezîrê Aborî yê Tirkiyê: Ti guhartin li ser têkliyên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re çênebûye
Wezîrê Aborî yê Tirkiyê: Ti guhartin li ser têkliyên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re çênebûye

Wezîrê Aborî yê Tirkiyê: Ti guhartin li ser têkliyên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re çênebûye

11:37:00 AM

RojavaNews:Wezîrê Aborî yê Tirkiyê, Nîhad Zîpikcî tekezkir ku danûstandina bazirganiyê di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de  divê ti bandor çênebin  jibo proseya rêfrandoma serxwebûnê , û destnîşankir ku têkliyên aborî û bazirganiyê  hîn wekxwe ye û ti guhartin tune ye.

Zîpikcî got”di dema kirîza bi Rûsya re di sala 2015an yekem gav hat avêtin kêmkirina karên bazirganiyê ku Mosko bi karanî û hewil da ku dixwest Tirkiyê hînbikê bi vê riyê, lê ew gav gelek şaşbû, û bi nerîna min a rast divê em şaşbûnê dubare nekin dijî Hikumeta Herêma Kurdistanê”.

Wezîrê Tirkiyê xuyakir ku civata dawî ya Hikumeta Tirkiyê di 22ê Êlûnê de” Ti biryar nehatiye standin bi dorpêçkirinek aborî li ser Hikumeta Herêma Kurdistanê û anî ziman ku ferzkirina sizeyan ji aliyê dewletek wek Tirkiyê ku dixweze bibe navendeke bazirganî û aborî ya girîng bi “metirsî”hat kirin, û wî berdewamkir ”Ger berjewandiya niştimanî dixweze derxistna biryarên din emê bi wê aliyî de herin, lê siyaseta me a niha di Wezareta Aborî de  têkliyên bazirganî bi Hikumeta Herêma Kurdistanê wek  xwe bimîne û wek niha, û ti biryar bi gihartina nerîna me di civata Hikumetê  ya dawî de li ser vê pirsê nehatibû standin”.

Wezîrê Aborî yê Tirkiyê tekezkir ku Hikumeta wî”Ti biryar bi girtina dergehên bazirganî bi Herêma Kurdistanê û bi taybet dergehê Xabûr yê sînorî”dergehê Îbrahîm Elxelîl”re ji yek alî ve nehatibû standin”.  

 Wî xuyakir ku girsbûna danûstadinên bazirganî yên niha di navbera Îraqê û Tirkiyê de gîhabû 8 milyar Dolar, jê 2.5 milyar ê Herêma Kurdistanê ye. Hejmerek pir ji bazirganên Tirkiyê karê xwe li herêma kurdistanê berdewamdikin û Herêma Kurdistanî bi qaserî 1.8 milyar Dolar qerzdarê karsazên Tirkyê, û wî destnîşankir ku”ferzkirina sizeyên aborî wê bandore xwe li ser karên me yên bazirganî bike”û bedewamkir û wiha got:”Kesin hene min rexne dikin û li ser Musolê û Kerkukê diaxivin û dibêjin ew herdu bajar kêşeyên girîngin û pîrozin, ez bi karên bazirganî mijûlim û ev piratîka karê mine û ez wezîrê aboriyê me û ji erkê mine bervê  riyê li ser vê pirsê bidim”.

Ji berî rêfrandoma serxwebûnê ku Herêma Kurdistanê di roja Duşemê, 25/9/2017an hatiye kirin, Tirkiyê destnîşan kir bi“kiryarên pêwîst”li dijî proseyê û ji wan kiryaran, dorpêçakirina aborî, lê dergehên sînorî di navbera hedu aliyan de ta niha vekiriye, û Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mewlod Çawîş Oglo di roja Sêşemê, 26/9/2017an ragihand,”Ti sedem nînin ku bihêle em sînor bi Bakurê Îraqê re bigrin”.

 

Qadî