Asayîşa PYDê rê neda 2 Endamên Nivîsgeha zagonî ya ENK-Sê da vegerin Kurdistana Sûriyê
Asayîşa PYDê rê neda 2 Endamên Nivîsgeha zagonî ya ENK-Sê da vegerin Kurdistana Sûriyê

Asayîşa PYDê rê neda 2 Endamên Nivîsgeha zagonî ya ENK-Sê da vegerin Kurdistana Sûriyê

11:11:13 AM

RojavaNews:Duh 29ê Eylûna 2017an, Asayîşa PYDê rê neda 2 Endamên Nivîsgeha zagonî ya ENK-Sê, da vegerin Kurdistana Sûriyê ,dema ku xwestin vegerin malê xwe,piştî ku beşdariya xwe wek çavdên zagonî”Qanûnî  “ di piroseya Rêfrandoma Serxwebûna Kurdistanê de kirin  ,li ser daxwaza desteya bilind ya hilbijartinê li herêma Kurdistanê de ,di roja 25ê Eylûna bihûrî de,wek gelek rêxistinên mafî yên xwecihî û navdewletî.

Endamên nivîsgeha zagonî û Emîndariya giştî ya ENK-Sê Zehra Ehmed û Fixredîn Hacî ,piştî ji karê xwe bi dawî hatin ,berê xwe dane dergehê Sêmalka yê di navbera herdu parçeyên Kurdistanê de,asayîşa PYDê ew reawestandin ,û piştî demeke dirêj ji serêşayê ,bidarê  zorê ew vegerandin herêma Kurdistanê.   

Nivîsgeha zagonî ya ENK-Sê li ser vê buyerê daxuyaniek belavkir,di daxuyaniyê de wisa hat:

"Em wek Nivîsgeha zagonî va kiryarên PYDê yên bê berpirsayetî Şermezardikin ,ev binpîkirineke eşkereye ji azadiya kesayetî û peymanên mafê mirovan re,di nav wan de çûn û hatina mirov ji welatê wî re ,ku tevahiya peymanên navdewletî vî mafî di parêzin û tekezdikin. "

Her weha daxwazî ji rêxistinên mafan li cîhanê kir ,ku bi cidî li ser van kiryarên dûrî mirovatî û yasayê bisekinin,û zextê li wan bikin da doseyên binpîkirina azadî û hemî kiryarên dijî mirovatiyê ,ku ji aliyê PYDê ve têne kirin ,ji dema ku dest li ser hemî aliyên jiyanê li Kurdistana Sûriyê bi hêza çekan dike bê girtin.

 

Qamişlo - 2017/9/29  

Nivîsgeha Zagonî ya Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê

 

E.U