12:44:10 PM
RojavaNews : Dibin diruşma "Belê ji Dewleta Kurdistanê re bi Serokatiya Serok Mesûd Barzanî"
Duh êvarî 30ê Eylûna 2017an ,li taxa xerbî ya bajarê Qamişlo,Encumena Xucehiya taxa xerbî ya bi ser Encumena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê ENK-Sê ve, ahingeke berfereh jibo piştevaniya Serxwebûna Kurdistanê lidarxist,û piştgêriya xwe ji Kurdên Kurdistana Îraqê û Serok Barzanî ,beramberî gef û fişara hikûmeta Îraqê û hin Dewletên herêmî di dijayetiya wan jî viyana Gelê Kurd bi serxwebûnê diyarkirû.
Ahing bi beşdariya hezaran ji endam ,kadir ,Serkirde û alîgiran ji welatiyên Qamişlo bi rêve çû,û bi hejmarek ji hunermendên kurd yên navdar li qamişlo dewlemend bû ,ku bi sitran û mûzîka xwe keyfxweşî xistin dilê beşdaran de,ewan jî bi reqis û dîlan û wêneyên Serok Barzanî û siloganên piştevaniyê û yên netewî mîna “Belê ji Dewleta Kurdistanê re bi Serokatiya Serok Mesûd Barzanî-bijî xebata gelê Kurd-bijî Şehîdên Kurd û Kurdistanê “ qad hejandin .
Hêjayî gotinêye ku ev ne cara yekemîne ku Qamişlo ahingên Piştevaniyê hembêz dike,belam herdem kurdistaniya xwe û piştevaniya Kurdistanê Bi teybet biryarên Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî tekezkiriye.
E.U
