3:38:00 PM
RojavaNews :Kesayetên Êzêdî yên navdar li Elmaniya gotin ku wan wek mala Êzîdiyan li Elmaniyayê , nameyek gihandin navdestê Encêla Mêrgil, jibo piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike,û daxwazî jê kirin ku piştgêriya Kurdistanê bike da bibe Dewlet.
Di daxuyaniyekê de îro yekşemê 1ê meha 10an ji malpera fermî ya Partî Demukratî Kurdistanî KDP.info re, Êzîdiyê navdar li Elmaniya Hesen Qewal Reşîd got:”piştî ragihandina encamên rêfrandoma serxwebûna Kurdistanê ,em wek mala Êzîdî ,me nameyek gihande nav destê rawêşkara Elmanî Encêla Mêrgil “
Hesen Qewal li ser naveroka nameyê got:”me ji Mêrgil re got :ev biryara Kurdistanê bû,û 92.7% ji miletê Kurdistanê deng bi belê da,lewra em wek mala Êzîdî li Elmaniya ,ji we dixwazin ku piştevaniya Kurdistanê di biryara miletê wê bikin ,her weha em di xwazin ku win ji Dewletên Ewrupayê bikin da piştevaniyê bikin ,û Kurdistanê bê pişt nehêlin ,ji ber Kurdistan welatê gelek pêkhatên Netewî û olî yên cuda cudaye ,ku tev têde ji berê ta niha bi aramî pêkve dijîn û ew mala tevane,lewra em bi hêvîne wek xwe bimîne û bibe dewleteke serbixwe. “
E.U
