Ebdulhemîd Derwîş: Dive PYDê Ofîsên Partiyên Kurdî veke
Ebdulhemîd Derwîş: Dive PYDê Ofîsên Partiyên Kurdî veke

Ebdulhemîd Derwîş: Dive PYDê Ofîsên Partiyên Kurdî veke

1:31:25 PM

RojavaNews:Sekretêrê Partiya Demukrata Pêşverû a Kurdî li Sûriyê Ebdulhemîd Derwîş ji Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê xwest ku" ofîsên Partiyên Kurdistana Sûriyê ku ji demeke dirêj ve  bi zora xwe  girtine, werine vekirin, Di dema beşdarbûna wî  di civîna şêwrê de ku ji aliyê "Kongira Netewiya Kurdistanî KNK" di roja 1-2-/10/2017an li bajarê Rimêlanê hate rêxistinkirin ,  gotina sekretêr Ebdilhemîd Derwîş wisa hatiye:"

Ji destpêkê hevala Nîlofir û serkirdeyên KNKê û hevserokatiyê sipas dikim ku ev civîna şêwrê birêxistinkirine  û min çiqas dixwest hevalê min yê dilsoz Ebdela Oclan bi me re başdarbibane , û ji vir de em hêviya azadiyê jê re dixwezin, û ji zîndanê derkeve piştî van salên dirêj, û ez serê xwe li hember cangoriyên (YPG- YPJ) ku ew welatê me diparêzin diçemînim, û win hemo zanin xemgîniya biyaniyê û koçberiyê û bi taybet ew kesên dijîn di kampan de û yekîneyên (YPG – YPJ)  Cizîr û Efrîn û Kobaniyê parastin û ,mixabin rastî zirareke mezin hatin”û win zanin vê gotinê li her cihekî dibêjim."   

"Û min aliyên ku  layiqî pesnêne kir ji wan (YPG- YPJ),û bi hêvîme win rexnên min qebûlbikin, doza herî girîng ji Kurdên Kurdistana Sûriyê re doza demoqratiyê ye û Kurd her dem dilxwazê   Demoqratiyê ye, û ez bi hêvîme ku ew têbighin  demoqratiyet gerantiye ji bo azadî û mafên wan re ye, û ji vir de Partiya Demoqrata Pêşverû a Kurdî li Sûriyê  a me û serokê me DR. Nûredîn Zaza silogana Demuqratiyê ji berî 61 salan ve  hat hildan û divê erkê me hemiyan  demuqratiyê bixwezin û ji demek kurt ve hevala Nîlofir û nûnerê Partiya El-Xidir Kurdistanî tekezî ji ser wê hat kirin, û divî warî de Partiya PYDê bi karên şaş radibe, û dike bi girtina ofîsên Partiyên Kurdî, û bi hêvîme û bi beşdariya heval û berpirsên Partiya Yekîtiya Demoqratîk yên( Kevin û nû) ,bila baş vê mijarê zanibin û çênabe em qebûlbikin bi serweriya tek Partî( ez yekim, xweda yeke) û ev naye qebûlkirin."

"Û me temenê xwe jibo jiyana Demoqratiyê derbaskir ,lewra daxwezdikim baregeh û ofîsên Partiyên Kurdî  werine vekirin û  çalakiyên xwe bikarbînin, û wekî din ezê bi vî temenî herim li ber ofîsên wan rûnim û mangirtinê bikim ta ofîsên Kurdî werin vekirin” û ez bi hêvîme hevalên PYD agahdarbin ji vê yekê û çênabe bang li demoqratiyê bikin û karê dîtetoriyê bikarbînin"

 Xala diwemîn, leşkeriya neçare, daxwazdikim leşkeriya neçar raweste, ku win dema li bajarên Cezîrê û Kobanê û Efrînê bigerin, wîn ciwanan nabînin, ji ber piraniya wan koçberî Ewropa bûne û rêza min ji piraniya keçan re heye ku bê zewac û pişt mane, û ev jî cihê metirsiyê ye, û divê win ji berî çi biryarê bistînin  li ser aliyên neyînî û erênî bisekinin, û ez dubare dikim ku win vê biyarê betal bikin.

Xaleke din li ser pirsa perwerdê ye ku piraniya xelkê berê xwe didin Şamê û Helebê ji ber perwerdeya zarokên xwe û divê win rawestin li ser vê kêşeyê û çareseriyekê jêre bibînin ta ku zarok bê xwendin nemînin.

Derbarê sînor di navbera herdu rêveberiya an hredu desthelata( Herêma Kurdistanê û Rojava) ku xelk nikanin derbasî di navbera her du aliyên  sînor de jibo kar û dermankirinê ji bilî ku moletê wergirin û ew neçar dibin bi mehan li bendê bimînin ku deme ez li Silêmaniyê bûm xelk bi dehan li ofîsa me dipirsîn bo çereseriya kêşeyên wan.

û ez neçar dimam ku telefonî birêz Hemîd Derbendî bikim û min anî ziman win çawa dergehê sînorê Sêmalka digrin , û dive win vê xalê rawestînin."

"Em hemo yek rêziya Kurdan dixwezin û sipasiya xwe dubare dikim bo hevala Nîlofir û birayê nûnerê Partiya Elxidir Kurdistanî ku bi qencî li ser vê mijarê axivîn, û dive em yekbûna helwêsta Partiyên her parçekî Kurdistanê bi cûda Kurdistana( Sûriyê- Tirkiyê- îraqê – îranê) û piştî wê dive  veguhêzin jibo yekbûna helwêsta Kurdistanê emê çawa yektîtiyê bi cihbînin ,bê ku danûstandin hebe, em  rûniştin bi tenê bi PYD û ENK-S re lê ti carê din em nikarin civînan dubarebikin  ,û şerme em bi miletê xwe bikenin, û di civîna yekê de ya Kongira Netewî birêz Masûd Barzanî ji min re got:"heger win  yekbin ,ezê alikariya we bikim" min jê re got  eger me nikarî helwêstên xwe bikirina yek ,win bi me re alikarîyê nakin".

"Ez ji hevala Nîlofir  hêvî dikin û ji vê civînê re serkeftinê dixwezim û ez   bi serkeftina tevgera Kurdî baweim ,û ev civîn bebe destpêka yekbûna tevgera Kurdî"

 

Qadî