Ahmet Turk : mafê tu kesî nîne destdirêjiya maf û axa Kurdistanê bikin
Ahmet Turk : mafê tu kesî nîne destdirêjiya maf û axa Kurdistanê bikin

Ahmet Turk : mafê tu kesî nîne destdirêjiya maf û axa Kurdistanê bikin

2:02:16 PM

 RojavaNews :Siyasetmedarê kurd  Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mêrdînê Ahmet Turk,di dema ku li mala xwe pêşwaziya Serokê Delegasyona Yekîtiya Ewropayê Christian Berger û 9 balyozên dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê kir., mijara  wan ya sereke yê gotûbêjan  li gor ku di raporteke  rûdawê de belav buye, mijara giştpirsiya serxwebûna Başurê Kurdistanê bûye. ” 

Turk di riya rûdawê re ragihand û got :” me ji wan re jî got; Kurd divê biryar û çarenivîsa xwe bi serê xwe diyar bikin, mafê tu kesî nîne destdirêjiya maf û axa Kurdistanê bikin`. Gelê Kurd kengî bixawazin bigihîjin armanca xwe em dibînin ku dewletên cîran û herwisa piraniya dewletên Rojhilata Navîn rê li ber vê yekê digirin, ev helwestên wiha ne demokratîk in,  axê dewletan ji hev naqetîne; lê mirovan ji hev diqetîne  “