Nerînên hin Serkirdeyên Partiên Kurdî yên ENK-Sê li ser " KNK"ê û helwêsta sekretêrê Partiya Pêşverû
Nerînên hin Serkirdeyên Partiên Kurdî yên ENK-Sê li ser " KNK"ê û helwêsta sekretêrê Partiya Pêşverû

Nerînên hin Serkirdeyên Partiên Kurdî yên ENK-Sê li ser " KNK"ê û helwêsta sekretêrê Partiya Pêşverû

11:52:05 PM

RojavaNews :li ser "hevdîtina şêwirmendiyê ya kungirê niştimaniyê Kurdistanî KNK "wek ku binavkirine û helwêsta sekretêrê Partiya Pêşverû EbdulHemîd Hecî Derwîş RojavaNews hin hevdîtin û lêdwan kirin jibo Nerînên hin Serkirdeyên Partiên Kurdî yên ENK-Sê li ser vê mijarê,bersiva wan jî wisa bû :

Endamê Komîteya rêwşkariyê di Partiya Demukrata Kurdistan-Sûria de Ebdulrehman ŞêXî got :

helwêsta me derbarê "hevdîtina şêwirmendiyê " her kes nasdike,em qet pê nebawerin,û ne hêviyê me pê hene,ji ber PYDê bi tena xwe birêve dibe ,û hîn kiryarê wan derbarî tevahiya tevgera Kurdî bi teybet ENK-Sê dijatiye,û helwêst her berûvajiyê armanca netewîye ,divê ku xwe rast bikin pêşî ta em wan qebûl bikin ,û her kes îdî kiryarên wan nasdike.

gotina sikretêrê partiya pêşverû ,ez bi du aliyan lê temaşedikim,

Yekem: ji aliyekî ve başe ,jiber ku kiryarên PYDê ji aliyekî ne bi ser ENK-Sê ve danî li pêş çavê wan ,tevî ku di siyaseta xwe ya giştî nîzîkî wane.

Diwem: dibe ku ev daxuyanî di hevdîtineke PYDê bi rêve dibe bikeve di xizmeta wan de ,da bidin xuyanî ku ew rê li ber muxalifê xwe nagirin ,û di karin bi azadî rexnan bikin ,ev yek di ragihandinê de ji wan re serkeftini,bi rastî di siyasetê de her tişt ne wek ku tê gotin,PYDê jî sûdê ji gotina wî dike,ya din di xwazim bêjim ku Hemîd ne cediye di gotina xwe de ,jibo rûniştina di cadan de ta ku deriyê nivîsgehên me vebin."

Esmîhan Dawid Serkirdeya Şepêla Pêşeroj û Nûnera wan di  ENK-Sê de  li Kurdistanê nerîna xwe li ser vê mijarê got:

Ev helwêst ne dûrî Mamoste Hemîdin,û ew hatiye naskirin bi gotin û rûbirûkirina van helwêstan,û wî bi mêranî kiryarên wan da ber çavê wan ,ne ku tewan barin ev gotin,ev rastiye ,û M.Hemîd hindik gotiye û ne zêde,miletê me li Kurdistana Sûriyê ji wilo bêtir hatiye serê wan ji pey PYDê,û ev helwêst cihê sipasiyêye."

li ser "hevdîtina şêwirmendiyê ya kungirê niştimanî yê Kurdistanî  "wek ku binavkirine ,her kes di zane ku tevahiya karkerên di vê civînê de û civîna berî wê li Silêmaniyê ew PKKê ne,û ew naskirî ye bi biryarên xwe yê tekane ,her siyaset û edyulociya xwe bi zorê ferz dike,eger wek navê xwebane ,kanî ENK-Sê,kanîn serbixwe,ma bersiva wan heye ?helbed piris bê bersive."

di baweiya min de ev hevdîtin ti pêşxistinê jibo   yekrêziya Kurdî ,nake

û me teva dît çawa serkirdeya PYDê Ilham Ehmed lê vegerand û got: mercê me jibo qebûlkirina yekrêziya Kurdî ewe ku ew siyaset û felsefa Serok Ocelen bi tevahî qebûl bikin,vêce emê çawa bi vî kungirî û vê hevdîtinê qebûlkin."

Sekretêrê partiya Demukrata Kurdî li Sûriyê (El-Partî) Xelîl Ibrahîm jî di lêdwaneke teybet de ji me re got:

"bi rastî tiştê Hemîd gotî başe,jiber PYDê berî niha rê nedaye kesî wisa biaxivin,bê ku astengiyan ji wan re çêkin,lewra ez vê carê matmayî mame,çawa hemîd di nav wan de ev helwêst daye,û hêjî ev piris bê bersive li ba min,tevî ku di nerîna min de ,pêwîste her kesî ji me  bi azadî karîbane nerîna xwe daba xuyanî û rexne kirbane,

ji ber me berî niha gelek caran gotiye wan werin emê bi hev re karbikin ,lê wan her qebûl nekiriye û xwe dane paş,û ya bal kêş ewe ,çawa ji me teva re ev rexin qedexeye li ba wan û ji Hemîd re hate qebûlkirin bê ku ti ser êşê jêre çêkin,wek nimûne eger ENK-Sê ev yek gotiba ,bê guman PYDê wê gelek zezt û fişar û serêşî ji mere çêkirbane."

"carna hemîdê hecî Derwêş tiştna di bêjê û dike,lê ez ne bawerim ku %100 wê dakeve cadê û rûne ta ku deriyê nivîsgehên me vekin ,kir yan jî nekir wê demê xelik wê bibînin û nerîna xwe li ser bêjin ,wek Partî em bi rastî li ser nesekinîne.

E.U