RojavaNews: Endamê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-S û endamê Lêvegera Siyasî Mihsin Tahir got biryara lidarxistina hilbijartinên Encumena Şaredariyan gaveke istivzaziye û xizmeta hevpişkiya rasteqîne nake.
Tahir lê zêde kir ku "Dema vê biryarê tê wateya wê yekê ku hin alî hene dixwazin Rêkeftina Dihokê têk bidin û tu pêwendiyên me bi van hilbijartinan nine."
Endamê Lêvegera Siyasî destnîşan kir ku derkirine çi biryarekê bêyî beşdarbûna Encumena Niştîmaniya Kurdî pransîpên hevpişkiya rasteqîne têk dide û dibe ku xerq be ji Rêkeftina Dihokê re .
Tahir got ku ewê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser vê yekê agahdar bikin û divê bi zûtirîn dem biryara hilbijartinan bê rawestandin.
TEV-DEMê li bajarê Qamişlo civînek lidar xist û di civînê de 31 endamên xwe ji bo şaredariya taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo hilbijartin.
