12:38:53 PM
RojasvaNew: Rewşa xwendinê li Herêma Efrînê ji aliyê PYDê ve ketiye astengiyên giran û bi taybet li gundewarên devera Şêrewa (çiyayê Lêlûn), ku piraniya xelkê herêma Efrênî dixwezin berê xwe bidin dibistan û zankoyên bajarê Helebê bi cîbibin û xwendina zarokên xwe berdewambikin an jî li qutabxanên Nibul û Zehrayê werin bi cîkirin, li îsal PYDê çûndin û hatina xwendevanan bo bajarên Nibul û Zehrayê hatiye qedexekirin.
Li gor jêderekî ji gundê Aqûbê ser bi devera Şêrewa ve ji RojavaNews re ragihand û got:” PYDê çûndin û hatinên salonan ji gundewarên devera Şêrewa û bi taybet gundê Aqûbê bo Nibul û Zehrayê wek salên berê, ku dixwezin zarokên xwe li dibistanên herdu bajaran bicîbikin û xwendinên xwe berdewambikin hat qedexekirin , û her salonek vê biryarê bişkîne wê sizeyên madî bidin”.
Herweha, rewşa xwendinê li herêma Efrînê pir xerabe ji ber xistina PYDê edyolociya xwe ya tek alî di nav perwerdeyê de, û metirsiyên xelkê li ser paşeroja zarokên xwe di bin rêveberiya perwerdeya PYDê de, ku wan nerazîbûna xwe dan xuyakirin û dixwezin zarokên xwe li dibistanên Helebê û bi taybet li dibistanên taxa Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bi cîbibin.
Hêjayî gotinê ye, ji ber rêjeya xwendevanên Herêma Efrînê zêdetirbûne li Helebê û bi taybet li wan herdu taxên navborî, û jimarên xwedevanan di her polekê de bi qaserî 100î bi cîbûne û ev jî dihêle asta xwendinê li wir jî kêmbibe û xwendevan astengiyan bibînin.
Qadî
