11:51:23 AM
RojavaNews: Jêderên taybet ji gundê Aqûbê ser bi devera Şêrewa (çiyayê Lêlon) ve nûçeyek ragihand, derbarê avakirina grûpekî guman lê kirî ji rêgirên nû û nenasin, li ser riya Efrîn û Helebê bi riya rêbendên demdemê, ku li ser wê riyê sivîlan binçavdikin ji xurt û zilaman ta temenê 45 salî, û wan dibin baregehên xwe li gundê Aqûbê û fişarê didin ser wan ku bi zorê tevlî tabûra xwe bikin.
Wî jêderî ji gundê Aqûbê ji RojavaNews re ragihand û tekezî kir û got:” Xelkê Sûriyê radizê bi êvarê û şiyardibê bi sibê li ser sazekî bi nûbûna grûpekî guman lê kirî bi sibê ku hatibû ragihandin li ser riya wê gundî ji berî du rojan ku habûna rêbendên ne naskiri bi kîjan alî ve girêdayî ne, rêbendên xwe yên demkî bi qaserî saetekê an zêdetir datînin û radibin xelkê ji salonan dîdinin ji xurt û zilaman ta temenê 45 salî û wan dibin baregehên xwe li gundê Aqûbê û fişarê didin ser wan ku bi darê zorê tevlî tabûra xwe bikin”.
Wî got: ” Ev girûpa guman lê kirî nû dirust bûye, û dema leşkeriyî du sal û nîvin, û her kes tevlî wan bibe, wê mûçeya mehekî bi qaserî du sed Dolar wergire tevlî rawestandina rojên bê kar, û sîgorteyên tendurustî ji bo wan û malbatên wan re werin kirin, û wê mûçeya mehan zêdebikin bi qaserî 800 Dolar ji wan kesên ku bi wan re di tabûrê de emzebike”.
Hêjayî gotinê ye ku cihên van rêbendên demdemî ne herdemin, û li ser çat riyên Cilbirê – Bênê – Basilî- Aqûbê Enabkê li Herêma Efrînê tên dîtin, û bi taybet bi sibê zû û bi êvarê piştî Ro diçe ava, di dema ku xelk diçin karên xwe û vedigerin malên xwe, û di wê demê de bi karên xwe yên revandinê ji wan kesên armanckirî ji xurt û zilaman radibin.
Herweha pêwîst e, ku welatî nerin rêwîtiyê, ji bilî di haletên pir lezgîn de, wekî nexweşiyê, û divê xelk hişiyar be ji wan rêbendên guman lê kirî ta çarenivîsa wan xuyadibe û kî alîgirê wane, û divê xelk ji wan hişyar be ji bo nekevin bin lepên wan.
Qadî
