3:12:12 PM
RojavaNews:Nivîsgeha siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan –Sûriya roja Pêcşemê 5ê Mijdarê 2017an nameyek sersaxiyê ji malbata serok Komarê Îraqê yê berê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê Celal Talbanî (Mam Celal) şand û sersaxî ji Partî û malbata wî re kirin.
Di namê de weha got:” Bi êş û xemgînî nûçeya mirina xebatkarê birêz Celal Talbanî sekreterê giştî yê Yakîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û kesayetekî siyasî û rewşenbîrî Kurdî ku ew hatiye naskirin wek serkird ku hêşt rolekî girîng di nav Tevgera Rizgariya Kurdistanê bike, û serokatiya Komara Îraqê kiribû û ew yek ji damezrandina rêkeftina Îstiratîcî bi serokê Herêma Kurdistanê bû ".
Nivîsgeha siyasî got:" Koça dawî ya Mam Celal sizeyek mezin da ser milê miletê Kurd û Kurdistanê û bi taybet ji Partiya we ya xebatkar û valehiyek li şûna xwe hêşt ku ti kes nikare wê valehiyê tijîbike ji bilî zedebûna piştgiriyê û yek rêziyê di nav Hikûmet û Parlametoya Kurdistanê ku têde serxwebûna Kurdistanê bicîbibe û li hember dijîtiyan rawestin."
Qadî
