11:48:15 PM
RojavaNews :Serkirdeyê Partiya Yekîtî Niştimanî Kurdistanî Xeyas Sûrçî ,Îro Yekşemê,Ragihand ku "Cîgirê Yekem ,yê Yekîtî Niştimanî Kurdistanî ,cihê Serokê giştî yê berê ,rehmetiyê "Mam Celal" Wê demkî bigre ,ta ku Serokekî nû hilbijêrin .
Sûrçî got:" Ligorî sîstema navxweyî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistanî ,cîgirê Yekemîn yê sikretêrê giştî ,dikeve şûna wî de dema ku Serok bimre,yanjî here deverekê .
her weha gotina xwe berdewamkir û got:"cîgirê diwem Berhem Salih ,lîsteyek pêşkêşî desteya bilind ya hilbijartinan kir,û li gorî sîstema navxweyî ya YNKê ,nabe tu kadir ji partiya mxwe ,dakeve hilbijartinan bi lîsteyek ê derveyî yekîtî.
di dawiya gotina xwe de, Sûrçî daxuyanî "destnîşankir ku ji ber vê yekê ,Kosret wê bibe serok ,ta hilbijartinên YNKê ,û encumena serokatiyê ,ew serok û herdu cîgiran hildibjêrin.
E.U
