Elmaniya ..Hevkarî  vexwendina  civîneke lezgîn jibo gengeşekirna nûderên Başûrê Kurdistanê   belavkir
Elmaniya ..Hevkarî  vexwendina  civîneke lezgîn jibo gengeşekirna nûderên Başûrê Kurdistanê   belavkir

Elmaniya ..Hevkarî  vexwendina  civîneke lezgîn jibo gengeşekirna nûderên Başûrê Kurdistanê   belavkir

11:05:15 AM

RojavaNews:Rêxistina Hevkarî ya Partiyên Kurdistanî ,Duh Duşemê 9ê Cotmeha 2017an ,tevahiya Partî,Rêxistin,Komele ,saziyên Kurdistanî, Nivîskar,Rewşenbîr,Hunermend,Mafkar,Çalekvanên siyasî û Medyakarên Kurd li Elmaniya vexwendî civîneke lezgîn kirin ,da amade û beşdarbin , jibo gengeşekirna nûderên lezgîn yên rewşa Başûrê Kurdistanê,ku wê Demjimêr 12ê Nîvro li Kolina Elmaniyê roja Yekşema bê di 15yê Cotmeha 2017an  de   pêkwere.

Hevkarî di vexwendina xwe de got “piştî lidorpêçkirina asîmanî ya li ser herêma Kurdistanê hatî ferzkirin ,dive em pîlaneke kar û alavine piştgêrî û piştevaniya Miletê xwe yê Kurd li Kurdistanê bikin,û pêwîste  em bi çalakiyên siyasî,medyayî,diblomasî û xwepêşandanan rabin,da ku em siyasetên dewletên dijatiya miletê me yê Kurdistanê jibo serxwebûnê  dikin , wan eşkere bikin,û da em karibin xwe bighînin  navendên biryarê li dewletên Ewrupayê ,jibo vê lidorpêçkirina hatî ferzkirin li ser ji aliyê bexdayê ,hilînin ,û erêkirina encamên rêfrandomê ,û piştevaniya biryarên ji hikûmet û parlementoyê Kurdistanê bi Serokatiya Serok Mesûd Barzanî  jibo serxwebûna Kurdistanê bikin      “

Her weha hevkarî got” Revena Kurdistanî  li Ewrupa vexwendiye da ku bi erkê xwe yê niştimanî  rabe ,derbarî  van fişarên li ser miletê me yê Kurd  li başûrê Kurdistanê dibin ,daku ji biryara xwe ya dîrokî diber azadî û rumetê de vegerin.

E.U