Çekdarên PYD li Efrînê, di revandina ciwanan de berdewam in
Çekdarên PYD li Efrînê, di revandina  ciwanan de berdewam in

Çekdarên PYD li Efrînê, di revandina ciwanan de berdewam in

12:38:01 AM 

RojavaNews: Hêzên Ewlekariyê yên ser bi Partiya Yekîtiya Demoqrat  PYD hîn jî di kampeyna revandina  ciwanan berdewam e, ku dixwazin wan di tabûra pêncan de bi cî bikin, ûwan bişînin navçeyên din ên Suriyê.

Kesekî nêzî ji ( Rêveberiya Xweser) li bajarê  Efrînê ji RojavaNewes re ragihand: "Çekdarên ser bi PYDê ve rêbendan li ser çat riyên sereke li dever û gundên ser bi bajarê Efrînê ve datînin, ji bo wan birevînin, û ji serkidên PYDê li Herêma Efrînê tê xwestin bi qaserî 5000 şervan ji xortên Efrînê bicih bikin  ji bo kêmasiya leşkeran  li ba Artêşa Esad tijî bikin ".

Wê jêdrê got: "Ti roj derbas nabin bê dorpêç û erîşkirin li ser gundan û dirutskirina rêbendan li ser çat riyan,  ku ta vê demê li gundên Qêsim û Kûran ser bi devera Raco, û gundên Basûtê, Endarê û Gurzêlê ser bi bajarê Efrînê û li kolana herêma Kitix ser bi devera Mabeta ve têne çêkirin, ku gelek ji xortan  bi darê zorê wan tevlî tabûra leşkerî bikin, û ji ber vê yekê, Rêveberiya Xweser  kampeyna revandinên nû radibe ji ciwanên herêmê wan bibin eniyên şer da ku karibin bi hesanî kontrola hundir bikin".  

Heman çavkaniyê got: " Hilbijartinên dawî ku di 22ê  miha bihorî de hatiye kirin , mebest ji wê hilperêna Partiya Baas e li Herêma Efrînê ku piraniya kandîdên Komînan ji Partiya Baas in, û ji bo bi hesanî kontrola Herêmê bikin û di baweriya rêjîmê de ku asta çareseriya siyasî nêzîk dibe, û danûstandinên dijwartir li ba rêjîmê wê bi Kurdan re be û ji ber vê yekê di pir deman de em gelek caran dibhîsin Wezîrê Derve, Welîd El-Muelim ku rêjîm wê bi kurdan re be û ew amede ne danûstandinan bi wan re bikin, û bi çi awayî wê rêveberiya Herêma Kurdî bi rê ve bibin".

Qadî