4:37:21 AM
Li dibistanên bajarê Heseke, Du rêbazên xwendinê têne wanedan ,yek ji wan rêbaza xwendinê ya bi ser rêjîma Sûriyê ve ye, û ya din rêbaza xwendinê ya bi ser Rêveberiya Xweser ya Bakurê Sûriyê ye, wek ku hatiye binavkirin,û ew jî bi ser PYDê ve ye.
Rêveberiya Xweser rêbaza xwe ya xwendinê li ser piraniya taxên Hesekê sepandiye, ji bilî beşekî di navenda bajar de, ew jî di bin kontrola rêjîma sûrî de ye , û bi navê Çarçoveya Asayişî tê naskirin.
Dibistanên li vê deverê nikarin hejmara mezin ya xwendekarên ji taxên bajar werbigrin, ku bêtirê wan ne razî ne li dibistanên dib in kontrola PYDê de ne, bi teybetî ji ber rêbaza xwendina wan ku li ser xwendevanan sepandine.
Li ser rewşa xwendinê, nivîskarê kurd Emran Yûsiv ji bajarê Hesekê got: ”Ji ber ku xwendin li hesekê bûye bi du rêbazên xwendinê, dever hatiye parçekirin, û rewşa xwendinê bie bi aloziyê ve diiçe"
Seroka Şaxê Yekîtiya Nivîskaran Leyla Reşo,ku, mamosteya "asta navîn e " di "Rêveberiya Xweser" de, tekez kir ku "piraniya xwendekaran berê xwe didin dibistanên bi ser rêjîmê ve, ji ber ku baweriya malbatên wan bi rêbaza xwendina Rêveberiya Xweser nayê."
Reşo nîşan bi wê yekê da ku "hejmarek ji şagirtên pêkhateya Ereb jî hene, lê bêhtirê wan , yên sikaka ne û gelek perwede ji wan re dive, û ti hêviya malbatên wan bi wan tine ye."
Di heman mijarê de, mamosteya "asta navîn" di "Rêveberiya Xweser" de got :"Rast e piraniya kesên dibûne mamoste, ne xwedî bawername bûn yan jî xwedî şêweyekî pêşketî bûn, dibe ku çend salan nifşekî ziyan jê dîtibe, lê di dema bê de ,wê mamosteyine baş , xwedî bawername û pispor hebin.
Ji sedemên bi paşxistina şagirtên kurd ji dibistanên bi ser PYDê ve, û ne serkeftina rêbaza xwendina "Rêvebirya Xweser:
-Baweriya malbatên şagirtan bi vê rêbazê nayê ,ji ber ku ne rêbazeke fermî ye ,û tu paşeroj jê re tine.
Ev rêbaz tenê ji aliyê PYDê ve hatiye ferzkirin sepandin, û Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê û alîgirên wê ,ti baweriya wan pê tine ye.
-Sedema din jî li gor xelkên Hesekê "hîn jî zimanê Kurdî bi şagirtên asta amadeyî û navendî zehmet e, tenê zarokên piçûk zû fêrdibin.
Di rêbaza xwendina "Rêvebiriya Xweser" de 2 matiryalên Erebî li ser şagirtên Kurd têne sepandin, digel ku wan îsal "asta navendî " lê zêdekir.
Her weha şagirtên Ereb rêbaza xwendina wan Erebî ye, tenê 2 ziman (Kurdî-Siryanî) hene, bi keyfa xwe hildibjêrin.
Rêvebiriya Xweser, çendîn hesankariyê dike di dibistanên xwe de , da xelk û şagirt tema bibin, lê baweriya xelkê bi wan nayê ,û paşeroja zarokên xwe bi xwendineke nefermî û bê paşeroj wenda nakin ,û her kes barê xwe giran jî bike , wê li serkeftina zarokên xwe bigere, çendîn qelen buha be.
