11:50:27 PM
RojavaNews :Roja Şemiyê , 14yê Cotmeha 2017an , 1331 şagirtî,ji parêzgeha Hesekê ,ezmûna qebûlkirina xwe ji bo asta navendî lîseyê ya xwendinê,ji sala 2017-2018ê re , li bajarê Hesekê .
Jêderekê ji Hesekê ji RojavaNews re got ku:" 1389 şagirtî berî niha navên xwe tomar kiribûn, ji bo pêşkêşkirina ezmûna qebûlkirina xwe di asta lîseyê de ,bi herdû beşên xwe ve, yên wêjeyî û zanistî ji sala nû re ,lê tenê 1331 şagirtî ezmûna xwe li bajarê Hesekê kir. "
Şagirt bi xort û keçên xwe ve, li ser 10 navendên ezmûnan hatibûn belavkirin, 7 ji wan yê şagirtên beşê wêjeyî bûn,û 3yê din jî yê beşê zanistî bûn.
Şagirtên asta lîseyê yên (azad) li Sûriyê ,divê ku di vê ezmûnê de bi serkevin ,da ku werin qebûl kirin.
