1:54:34 PM
RojavaNews :Yekşema, 16yê Cotmeha 2017an , Nûnertiya ENKSê digel PDK bangewaziyek ji bo revenda kurd arasteyî tevahiya Ewropayê kir, ji bo lidarxistina xwepêşandanên piştgiriya Başûrê Kuridstanê, li pêşiya balyozxane û konsulxaneyên Amerîkayê kir.
Naveroka bangewaziyê wisa ye:
Weku wefadariyekê ji xwîna şehîdan û qurbaniyên gelê Kurd re, em bang li revenda kurdî, li tevahiya Ewropayê dikin, ji bo lidarxistina xwepêşandanan li pêşiya balyozxane û konsulxaneyên Amerîkayê, li tevahiya Ewropyê, ji bo piştgiriya biryara dîrokî ya gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê,ku hatî standin bi encamdana giştpirsiyê û diyarkirina mafê çarenivîsa xwe ,û avakirina dewleta xwe ya serbixwe.
Ji ber guhertin û pêşhatên niha li kurdistanê dibin, nemaze yên piştî serkeftina proseya giştpirsiya dîrokî ya ji bo serxwebûnê hevdem digel guvaş û fişarên mezin û şerê propagandayên hikûmeta Iraqî digel dewletên herêmê yên dagîrker li dijî armancên gelê Kurd yên ji bo bidestxistina azadî û serxwebûna xwe.
Wek nûnertiya Encûmena Niştimanî ya kurdî (ENKS) li Ewropa û digel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), û wek erkekî netewî û piştgiriya gelê me li Başûrê Kurdistanê dibînin, lewra em gaziyê li revenda kurdî û partiyên siyasî yên Kurdistanê û rêxistin û komeleyên lawan û tevaya sazî û komîteyên komelgeha sivîl û rewşenbîr û medyakaran dikin ku xwepêşandanên girseyî li pêşiya balyozxane û qonsilxaneyên konsulxaneyên Amerîkayê li welatên ku lê dijîn lidar bixin, tevlî xwepêşandana li roja Duşemê 09.10.2017 ya li pêşiya avahiya parlamentoya Ewropa li Beljîka Brokselê demjimêr 11:00, hêvîdar in ji hemû dilsoz û xemxwerên doza xwe di heman rojê de li pêşiya wan balyozxane û konsulxaneyên Amerîkayê amade binbin digel hilgirtina Ala kurdistanê bi tenê.
Xalên xwepêşandanê li Almaniyayê:
1- Balyozxaneya Amerîka li Berlîn.
- Konsulxaneya Amerîkayê li Myûnşinê
3- qonsilxaneya Konsulxaneya Amerîka li Frankfurt
4- qonsilxaneya Konsulxaneya Amerîka li Düsseldorf.
5- qonsilxaneya Konsulxaneya Amerîka li Hamburg.
Herwiha li dewletên din xwepêşandan wê li pêşiya balyozxaneyên Amerîkayê li paytextên wan welatan bêne lidarxistin.
02.10.2017z
Nûnertiya ENKSê li Ewrupa Ewropayê
Partiya Demokrata Demokrat a Kurdistanê kurdistanê PDK
E.U
