ENKS êrîşa li ser Kerkûkê şermezar kir
ENKS êrîşa li ser Kerkûkê şermezar kir

ENKS êrîşa li ser Kerkûkê şermezar kir

9:50:52 AM

RojavaNews :Emîndariya Gişîtî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê, Di derbarê êrîşa li ser bajarê Kerkûkê de, roja 16ê Cotmeha 2017an, daxuyaniyek belavkir .

Di daxuyaniya xwe de, ENKS behsa rewşa Kerkûkê kir û ev êrîş protesto kir.

Daxuyaniya ENKS diyar kir ku hêzên Heşda Şeibî bi alîkariya Supaya Pasdaran yê Îranî êrîşî ser binkeyên hêzên Pêşmergeyan li derdora bajarê Kerkûkê, kir, di encamê de, van hêzan Kerkûk kontrol kirin.

ENKSê nîşan bi wê yekê da ku armanc ji vê êrîşê, şikandina vîna gelê Kurdistanê bû, di derbarê ragihandina çarenivîsa xwe de, piştî giştpirsiya 25ê Îlonê hatî dengdan.

Encûmena Kurdî ev êrîş weke rêgiriyê li ber erkên navdewletî û herêmî binav kir, ku derfet neda destpêkirina danûstandinan û çareserkirina nakokiyan bi awayekî aştiyane, di navbera serkirdayetiya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de.

Daxuyaniya ENKSê ev êrîş şermezar û protesto kir û piştgiriya xwe ji bo gelê Kurdistanê tekezkir.