Li ser rêya Efrîn-Heleb 40 welatiyên kurd hatin revandin.
Li ser rêya Efrîn-Heleb 40 welatiyên kurd hatin revandin.

Li ser rêya Efrîn-Heleb 40 welatiyên kurd hatin revandin.

3:02:17 PM

RojavaNews:Jêderekê ji bajarê Efrînê ragihand ku heêzeke çekdar ji bajarokê Nubul 40 welatiyên kurd ji Efrînê, li ser rêya Heleb-Efrîn revandin. Vê jêderê got ku ew welatiyên kurd ji Helebê vedigeriyane Efrînê lê hêzeke çekdar ji bajarê Nubul ew revandin.

Di vê çarçoveyê de, jêdera ji Efrînê got ku sedema revandina van welatiyan ew e ku malbatek ji bajarokê Nubul ê ser bi rejîma sûrî, bi vê gavê rabûne û nişteciyên ji Efrînê revandine heta çarenivîsa ciwanekî xwe nas bikin. Ciwanê vê malbatê jî li bajarê Efrînê hatibû windakirin û malbata wî ti zanyariyan li ser çarenivîsa wî nizane.

Malbata ji Nibul ragihandiye ku serbestberdana van girtiyan bi naskirina çarenivîsa ciwanê wê ve girêdayî ye.

Zanyariyên ku ji Efrînê hatine bidestxistin diyar dikin ku berê jî hejmarek ji welatiyên Efrînê li ser destên hêzên çekdar ên herdu bajarokên Nubul û Zehrayê hatibûne revandin û heta niha hejmara kesên revandî ji welatiyên Efrînê gihiştiye 100 kesî.

Di çend rojên bûrî de 35 kes ji wan girtiyan serbest hatibûne berdan.