li Almanyayê şandeke ENKSê bi Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê  re civiya
li Almanyayê şandeke ENKSê bi Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê  re civiya

li Almanyayê şandeke ENKSê bi Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê  re civiya

3:19:33 PM

RojavaNews:Şandek ji Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS, ya Ewropayê,bi nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dilşad Barzanîre, li Berlîna paytexta  Almaniyê,  civiya.

Şanda ENKSê ji serokê wê Ebdulkerîm Hacî, Kejal Derwîş û Goman Hisên pêk hat.

Herdû aliyan behsa rewşa Herêma Kurdistanê , û bi taybetî  behsa Kerkûkê û bêdengiya Civaka navdewletî li hember wê kirin.

Ji bo şeremezarkirina êrîşên hovane  yên li ser miletê Kurd li Herêma Kurdistanê hatin kirin, şandê tekezî li ser xwepêşandanan li pêşiya balyozxaneyên Îran û Iraqê kir.