Milîsên Nibul û Zehrayê hemû sivîlên Efrînê serbest berdan
Milîsên Nibul û Zehrayê hemû sivîlên Efrînê serbest berdan

Milîsên Nibul û Zehrayê hemû sivîlên Efrînê serbest berdan

10:57:52 AM

 

RojavaNews: Roja Çarşemê milîsên Nibul û Zehrayê yên ser be rêjîma Sûriyê ve,  hemû sivîlên Herêma Efrînê yên revandî serbest berdan. Hin zanyarî hene ku hejmara revandiyan nêzîkî 300  kesî  ye, piştî bangewaziyên berdewam yên Rêxistinên Mafên Mirovan ji bo serbestberdana wan.

Jêderekê ji bajarê Efrînê got: " Milîsên Nibul û Zehrayê berî 15 rojan, bêhtirî 300 sivîlên Kurd ji nişteciyên Herêma Efrînê girtibûn, ku dixwestin herin bajarê Helebê, û piraniya wan ji xwendekar  karmend û nexweşan bûn. Şeva Şemiyê 35 kes hatin serbestberdan, û roja Çarşemê 40 kesên din hatibûn biçavkirin, û pişt re PYD biryar da ku çûn û hatina  tirimpêlan li ser rêya Efrîn - Helep qedexe ye. "

Wê jêderê got: "Kesên ku li ser rêya Heleb û Efrînê hatine binçavkirin, mebest ji wê ew e ku sê kes ji Nibul û Zehrayê bi sûcê bazirganiya heşîş û nakotîkê, li Efrînê hatibûn girtin, ku ew milîs dixwazin kesên girtî li ba Asayişa PYD li beramber sivîlên Efrînê yên li ba wan werin serbestberdan." 

Qadî