Serok Barzanî bersiva Bexdayê da: Ew di biryarên xwe de azad in lê ne di girtina Kak Kosret de
Serok Barzanî bersiva Bexdayê da: Ew di biryarên xwe de azad in lê ne di girtina Kak Kosret de

Serok Barzanî bersiva Bexdayê da: Ew di biryarên xwe de azad in lê ne di girtina Kak Kosret de

11:49:53 PM

 
RojavaNews : Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî  ,Pêncşemê 19ê Cotmeha 2017an di nameyekê de ,ragihand ku, hikûmeta Bexdayê di biryarên xwe de azad e, lê divê baş zanibe ku ew nikare xebatkarekî wek Kak Kosret ,yan jî çi xebatkarên din bigire,û ev qet ne ji mafê wê ye.


Barzanî bersiva bexdayê da :"Biryara dadegeha El-Resafe biryareke siyasî ye,û bi zelalî çawaniya mêjiyê  rêjîma ku Bexdayê bi rêve dibe, diyar dike,ma naxwe  dema ku miletek nerîna xwe bi aştiyane bîne ziman, divê ku sizayên giştî  li ser wan nesepîne, yan jî  dema kesek nerîna xwe bêje ,divê ku were girtin, ji xwe ev mejî û ev raman dihêlin ku kes nikaribe bi wan re pêkvejiyan bibe."


Dadegeha lêkolîna El-Resafe li Bexdayê , Pêncşemê 19ê Cotmeha 2017an, biryara girtina cîgirê Yekemîn yê Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl cîgirê sekretêrê  Partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê da,bi tewana ku nerîna xwe li ser bûyerên Kerkûkê daye.