Rêjîma Îran`ê siyasemedarên Kurd bidarve dike

Rêjîma Îran`ê siyasemedarên Kurd bidarve dike

Rojava News: Li gorî hin zanyariyan rêjîma Komara Îslamî ya Îran`ê dê girtiyê siyasî yê bi navê Saman Nesîm û 5 kesên din birine ber darê darvekirinê.

Dihat çavrêkirin ku rêjîma Komara Îslamî ya Îran`ê girtiyê siyasî yê bi navê Saman Nesîm sibê bi darve bike, lê li gorî agahiyên dawiyê, girtiyê siyasî Saman Nesîm, Îbrahîm Şopar,  Sîrwan Nejawî, Elî Efşarî û birayê xwe her wiha kesek Yaresanî birine ber darvekirinê.