3:29:18 PM
RojavaNews: Gelê başûrê kurdistanê hevdem digel bêdengiya navdewletî ya kirêt, ji çend rojan ve rastî êrîşeka hovane dibe ji aliyê talanker û çeteyên vî serdemî ji artêşa Îraqê kuştarê gelê Îraqê û milîşên şê'î yên terorîst wek hişda şe'bî û pasdarên terorîst û rasterast bi serkirdayetiya Qasim Sulêmanî bi karanîna çekên pêşketî yên Amerîka dayîn artêşa Îraqê bo şerê li dijî rêxistina DAIŞ ya terorîst. Ku gelê kurdistanê li navçeyên kurdistên yên nakokî li ser rastî oparesyonê Enfalek nû dibin, piştî derbirîna îradeya xwe ya azad û dengdana "belê" li ser giştpirsiya çarenivîsa xwe wek hemû miletên dinyayê û ligor biryar û piransîpên NY. Nûnertiya ENKS'ê li Ewropa û li ser bangewaziya rêberê netewa kurd serok Masûd Barzanî û ji bo piştgiriya gelê me yê kurdistanê li başûr û wefaderî ji xwîna pêşmergên qehreman re, em bang li revanda kurdî li tevaya Ewropa ji bo bihawarhatina giştî dikin û beşdariya wan di sercem xwepêşandanên aştiyane de li pêşiya dezgeh û balyozxane û konsilxaneyên navdewletî bi riyên rewa û aştiyane ji bo rawestandina vê şerê stemkar li dijî gelê kurdistanê yê azadîxwaz û dorpêçkirî û herwiha ji bo piştgiriya hêzên pêşmerge ji bo bergiriyê bikin ji destên qemar yên DAIŞ, ku pêşmerge bûne kelh û çeper li pêşiya belavbûna terorê û herwiha ji bo piştgiriya gelê kurdistanê ji bo standina biryara xwe û bi îradeya xwe ya azad ji bo serxwebûnê. Em bang li encûmenên xwecihî yên ENKS'ê li Ewropa dikin ku hemahengiyê bikin ligel hemû Partiyên kurdistanê û saziyên civaka sivîl ji bo amadekirin û lidarxistina xwepêşandanên berfireh û hêvîdarin ku em li astê berpirsyaretiya dîrokî bin ya vê qonaxa çarenivîsaz ya gelê me têde derbas dibe. Gelê kurdistanê bi piştgiriya û beşdariya xwe rizgar bikin Nûnertiya ENKS'ê li Ewropa 21.10.2017
