1:25:18 PM
RojavaNews: Roja Yekşemê ,22ê Cotmeha 2017an ,Partiya Demokrata Kurdistan -Sûriya PDK-Sê xwepêşandanek jibo piştevaniya Serok Barzanî û Kurdên Herêma Kurdistanê,û şermezarkirina êrîşên Heşda Şeibî ,hikûmeta Îraqê û Pasdarên Îranî li ser cî û deverên Kurdistanî ,li Qamişlo lidarxist.
Xwepêşandan demjimêr 11ê Nîvro li bazara Qmişlo destpêkir,û siloganên netewî û alayên Kurdistanê ji aliyê xwepêşenderan ve têde hatin e hildan,û daxwazî li civaka navdewletî û mafê mirovan kirin kû rêzgirtinê li biryara gelê Kurdistanê bi serxwebûnê bikin,û êrîşan li ser miletê kurd rawestînin.