5:33:58 PM
RojavaNews: Girûpên Îslamî yên ser bi Tirkiyê ve, şeva bihurî êrîşa xwe li hin gund û rêbendên di bin kontrola çekdarên YPGê û girûpên ser bi wê ve li Herêma Efrînê dûbare kirin.
Jêderekê ji bajarê Efrînê Ji RojavaNews re ragihand: "Çekdarên grûpên îslamî yên ser bi Tirkiyê ve bi çekên giran gundên (Bafelûnê, Merenazê û Vêlat el-Qadî) ser bi devera Şeran ve topbaran kirin."
Heman jêderê got: "Gundê Dêrbelûtê yê ser bi devera Cindirêsê ve bi çekên giran hatiye armanckirin, û çekdarên YPGê bersiva wan dabûn, û ti zanyarî li ser ziyanan di nav herdu aliyan de nehatbû xuyakirin."
Qadî
