8:24:15 PM
RojavaNews: Duh bi dirêjayiya şevê Artêşa Tirkiyê û grûpên islamî topbaranên xwe li ser gundê Basûfanê yê ser bi devera Şêrewa ve li Herêma Efrînê bi çekên giran kirin.
Jêderekê ji devera Şêrewa Ji RojavaNews re ragihand: "Artêşa Tirkiyê û milîsên grûpên islamî bi çekên giran gundê Basûfanê ê ser bi devera Şêrewa ve topbaran kir, û pevçûnên giran di navbera wan grûpan û YPGê de li derdora Kelha Semanê bi dirêjayiya şevê hate rûdan û hîn topbaran û pevçûn li ser gundê Basûfanê ta berbanga vê sibê berdewame e."
Heman jêderê got: "Ji berî du rojan gundên (Bafelûnê, Merenazê û Vêlat el-Qadî) yên ser bi devera Şeran ve û gundê Dêrbelûtê yê ser bi devera Cindirêsê ve bi çekên giran hatiye armanckirin, û çekdarên YPGê bersiva wan dabûn, û ti zanyarî li ser ziyanan di nav herdu aliyan de nehatibû xuyakirin."
Tê zanîn ku ne cara yekêye yekê ye gundên Herêma Efrînê ji aliyê grûpên îslamî ve rastî topbaranan tên û bi taybetî yên nêzîkî sînor, û welatiyên wan deveran nerazîbûna xwe diyar dikin û bang li hemû aliyan dikin ku êrîş û armanckirina sivîlan werin rawestandin.
Qadî
