Li Qamişlo ENKSê  xwenîşandanek ji bo piştevaniya Serok Barzanî lidarxist
Li Qamişlo ENKSê  xwenîşandanek ji bo piştevaniya Serok Barzanî lidarxist

Li Qamişlo ENKSê  xwenîşandanek ji bo piştevaniya Serok Barzanî lidarxist

11:59:21 PM
RojavaNews :Roja Duşemê, 23yê Cotmeha 2017an , Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê ,ji bo piştevaniya serok Mesûd Barzanî û Kurdên Herêma Kurdistanê ,bi endam ,kadro û alîgirên xwe ve , xwenîşandaneke nerazîbûnê lidar xist ku ew jî li ser bêdengiya Civaka Navdewletî li hemberî êrîşên Heşda Şeibî ,leşkerên Ireaqê û Pasdarên Îranê ya li ser xak û miletê Kurdistanê kirine.
Ew xwenîşandan  li pêşiya navenda UNê li Qamişlo hae lidarxistin.

Berpirsê pîlotbiroya siyasî ya PDK-Sê Mihemed Ismayîl gotina Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê ENKSê têde pêşkêşkir ,û piştevaniya ENKSê ji biryara Serok Barzanî re tekez kir,û daxwaz ji dewletên cîhanê yên xwedî biryar kir ku piştevaniya serxwebûn û bidesthatên Kurdistanê bikin.

bêtir pêzanîn fermo li van vîdyoyan temaşe bikin:

 

 


Media