3:08:05 PM
RojavaNews: Duh roja Duşemê, Yekîneyên Parastina Gel YPGê li Efrînê bi dirustkirina tabûra heftem di bin navê şervan Cayan de ragihand, ku piraniya wan ji ciwanên Efrînê yên Kurd in û ew bi darê zorê di wê tabûrê de wê werin bicihkirin.
Jêderekê taybet ji bajarê Efrînê ji RojavaNews ragihand: "Roja Duşemê YPGê li Herêma Efrînê tabûra heftem ji 250î kesî di bin navê Cayan de hatibû bicihkirin, ku piraniya wan ji ciwanên Efrînê yên hatibûn revandin bo leşkeriya neçar, û piştre wê wan bişînin navçeyên din ên Sûriyê yan jî wê wan bişînin eniyên şer li Reqa û Dêre Zorê."
Heman jêderê got: "Çekdarên ser bi PYDê ve rêbendan li ser çat riyên li deverên Herêma Efrînê yên sereke datînin, ji bo ciwanan birevînin, û di tabûra pêncem yan heftem de bicih bikin, û ji serkirdên PYDê li Herêma Efrînê tê xwestin bi qaserî 5000 şervan ji ciwanên Efrînê bicih bikin ji bo kêmasiya leşkeran li ba Artêşa Esed tijî bikin."
Qadî
