Erdogan: Piştî Idlibê li pêşiya me mijara Herêma Efrînê ye
Erdogan: Piştî Idlibê li pêşiya me mijara Herêma Efrînê ye

Erdogan: Piştî Idlibê li pêşiya me mijara Herêma Efrînê ye

11:56:25 AM

RojanNews: Receb Tayyib Erdogan, serokê Tirkiyê ragihand, ku operasyona leşkerî li Idliba bakurê Sûriyê bi tevahî qediya, û armancên me hatin bicihkirin, û destnîşan kir ku kêşeya Herêma Efrînê, ku YPGê desteser kiriye li benda çareseriyê ye, û divê çareseriyek jê re were danîn. 

Erdogan, duh roja Sêşemê, di dema axaftina xwe de li ber fraksyona parlamentoyê ya partiya "Edalet û Pêşketinê" ya desthilatdar got: "Operasyona leşkerî li Idlibê armanca xwe heta radeyekê  bicih hat, û li pêşîya me mijara bajarê Efrînê ye ,ku YPG desteser kiriye, û li benda çareseriyê ye."

Desteya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirkiyê di dema berê de ragihand, ku hêzeke ji Artêşa Tirkiyê, ku di devera kêmkirina asta şer de li Idilbê wê were bicihkirin, û sazkirina xala çavdêriyê destpê kir, û bi hemahengiya karên çavdêriya asîmanî li bin sîbera peymana Astana berdewam in. 

Qadî