2:20:25 AM
Ҫarşemê 25ê Cotmeha 2017an, weke şanaziyekê bidaxwaza Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî,bi li darxistina xwenîşandanan li Ewropa û Amerîka û tevahiya cîhanê,ji bo piştevaniya Kurdistanê ,revenda Kurdistanî xwepêşandaneke berfereh li Brokselê lidar xist.
Ҫalakvanekî ji xwepêşenderên beşdar ji RojavaNews re got:"Me ji Civaka Navdewletî xwest ku şerê hikûmeta Iraqê, Heşda Şeibî û Pesdarên Îranê li ser Kurdan ,di bajar û deverên Kurdistanî de rawestîne,û piştevaniya gelê herêma Kurdistanê û giştpirsiya bi belê ji bo serxwebûnê hate encamadan bike.
Hejmarek ji xortên Kurdistana Sûriyê ,berî 2 rojan ketibûne girava birçîbûnê, wan jî girava xwe îro bidawî anîn û tevlî vê xwepêşandanê bûn,û nameya xwe gihandine hikûmeta Belcîkayê.
