11:20:54 PM
RojavaNews: Xelkê gundewarên Rojhilatê Kobaniyê ji kêmbûn û tûnebûna pêdivîyên xwarin, Sûtmemenî û elektrîkê dinalin.
Piştî rizgarbûna Kobaniyê ji rêxistina terorîst a DAIŞê, Partîya Yekîtîya Demokratîk PYDê hemî kelûpel û metiryalên xwarin û sûtemeniyê erzan û bê beramber li ser welatiyên Kobaniyê dabeş kirin, mîna probagenada û handanekê ji bo xelkê Kobaniyê vegere ser mal û gundên xwe.
Digel vegera Penaberên Kobaniyê li ser mal û gundên xwe, ji nişkê ve hemî pêdivêyên jiyana rojane li bazarê û nava xelkê Kobaniyê kêm bûne û nemane.
Welatiyekî ji Rojhilatê Kobaniyê got:"Em bê mazot mane. Em nikarin cotkariya xwe bikin. Sîstema dayîna mazot , benzîn û Gazê hatiye guhertin, mehê ji bo her baceke Malbatê (160) lître benzîn û butlek gaz tê dan.
Ji xwe mazot peyda nabe û bermîla mazotê bi (100) hezar Lîreyên Sûrî ye jî peyda nabe, eger peyda bibe jî wê birêya bazirganên Ereb be.
Welatiyekî din ji RojavaNews re got:" Rewşa me gelekî xirab e, jiyan li vê derê zehmet e, elektrîk nîne, dibistan nîne, hemû zarokan xwendinberdane û bûne şivan, eger rewş wisa biçe em dê careke din koçber bibin.
RojavaNews nirxên hinek sewze li bazarê Kobaniyê peyda kiriye:
1 kg temate bi 250 L.S ye
1 kg xeyar bi 300 L.S ye
1 kg petat bi 300 L.S
Hemî pêdivêyên xwarin û sûtemeniyê bi rêya bazirganiya taybet û bazirganên Ereb ji bajarê Munbicê têne hawirdekirin û dabînkirin.
