Li Efrînê şîna pêşmegeyê pakrewan hate lidarxistin
Li Efrînê  şîna pêşmegeyê pakrewan hate lidarxistin

Li Efrînê şîna pêşmegeyê pakrewan hate lidarxistin

 7:24:03 PM

RojavaNews: Rêxistina Efrînê ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya şîna pêşmergeyê pakrewan Henan Ebdulhenan li gundê Ipila ser bi devera Raco hate li darxistin.

Jêderekê ji Nivîsgeha Medyayî ya Partiya Demokratiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya ji RojavaNews re ragihand: "Rêxistina Efrînê ya PDK-Sê  şînek ji pêşmergeyê pakrewan, Henan Ebdulhenan lidar xist û bi beşdariya şanda Enûmena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Erfînê di bin beşdarî û çavdêriya şanda ji ofisa şaxê rêxistina PDK-S, û merasîma şînê bi rawestana xulek bêdeng li ser canên pakrewanên  Kurdistanê û sirûda Ey Reqîb destpê kir."     

Heman jêderê got: "Hevaline di şînê de çend gotar pêşkêş kirin li ser rola pakrewanan di rizgarkirina miletan de, û ji aliyê din ve qelsî û bêdengiya Civaka Navnetewî li hember êş û janên gelê Kurd li Herêma Kurdistanê şermezar kirin û pêdivî ji yekrêziya Kurdan xwestin." 

Wê jêderê got: "Pêşmergeyê pakrewan yê qehreman ji gundê Ipila ye yê ser bi devera Raco ve û ew di sala 1970ê de jidayik bû û bavê pênc zarokan e û ew li kampa Guwêlanê dijiya  û di 29/4/2017an tevlî refên pêşmergan bû."   

Hêjayî gotinê ye konê şînê  bi wêneyên pakrewanê nemir û alên Kurdistanê (hatibû xemilandin) û bi dehan jî heval û cemawerên deverên Efrînê li bin kon amade bûn, lê mixabin bi êvarê Asayişa PYDê wêne û alên Kurdistanê li bin kon bi zorê rakirin.

Pêşmergeyê pakrewan Henan roja pêcşemê di 26/10/2017an de di dema ku li hember êrîşa hêzên Heşda Şeibî li Zimarê bersîva wan dabû jiyana xwe ji dest da. 

Qadî