Desteserkirina mal û milkên welatiyekî li Herêma Efrînê bi sedema ku kurê wî pêşmerge ye
Desteserkirina mal û milkên welatiyekî li Herêma Efrînê bi sedema ku kurê wî pêşmerge ye

Desteserkirina mal û milkên welatiyekî li Herêma Efrînê bi sedema ku kurê wî pêşmerge ye

 5:54:10 PM

RojavaNews: Navenda Demokratiyê ya Mafên Mirovan li Kurdistanê daxuyaniyek derbarê desteserkirina hêzên Asayîş û Dijî Terorê yên ser bi PYD, girtin ser mal û milkên welateyekî li Herêma Efrînê. Ev yek jî bi sedema ku kurê wî pêmerge ye.

Naveroka daxuyaniyê wisa hatiye:

Daxuyaniyek derbarê desteserkirina hêzên Asayîşê bi ser mal û milkên welateyekî  

Navenda Demokratiyê ya Mafên Mirovan li Kurdistanê hate agahdarkirin ku hêzeke hevbeş ji Asayîş û Dijî Terorê, roja yekşemê 22/10/2017an mala Ebdulhenan Ebdo li gundê Metîna yê ser bi navceya Şera desteser kir, piştî ku bi zorê kirêçiyê di malê de derxist. Ew jî bi sedema ku kurê xwediyê malê pêşmerge ye.

Jêderinan tekezî kirin, ku xwediyê malê (Ebdulhenan Ebdo) mala xwe berî çend salan bi rihîn dabû kesekî ji penaberên Sûriyê û koçberî Almaniyayê bibû û kurekî wî yê biçûk li Efrînê mabû. Ew jî berî pênc mehan çûbû Almaniyayê, lê Asayîşê dest danî ser malê û xwediyê rihînê bi zorê ji malê derxist,  piştî 300 hezar pereyên Sûrî yên mayî li wî hate vegerandin.

Heman jêderan gotin, ku sê perçeyên zeviyên çandiniyê (400 darên zeytûnan) yên Ebdulhena Ebdo hatin desteserkirin, û piştî çend rojan Komîna gundê wî wê berhema zeytûnan biçine.

Vav jêderan nîşan bi wê yekê dan ku aliyên berpirsiyar di meha bihûrî de, 6/9/2017an mala birêz Mihemed Xelîl, bi navê  (Mihemed Cebolî) naskirî ye,  ku ew jî li gundê Metîna dijiya. Desteserkirin bi sedema ku ew li Almanyayê dijî.

Em di Navenda Demokratiyê ya Mafên Mirovan de, bi tundî desteserkirina mal û milkên welatiyan bi sedemên çewt şermezar dikin û daxwaz dikin milkên wan bêne vegerandin û malên hatine desteserkirin gihabûne sed malî. Em dibînin ku ev rêkarên neyasayî bi zelalî binpêkirina Peymana Navneteweyî û Peymana Civakî ya Federelîzma Bakurê Sûriyê ne. Êdî em bangewaziya berpirsên Rêveberiya Xweser dikin ku pêwîst e mafên wan kesan bi rastî werin vegerandin.

 

Navenda Demoqratiyê ya Mafên Mirovan

Hanover- Almaniya

Qadî