8:35:31 AM
RojavaNews:Şandek ji Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKS, ya Ewropayê, bi nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dilşad Barzanî re, li Berlîna paytexta Almaniyê, civiya.
Şanda ENKSê ji serokê wê Ebdulkerîm Hacî, Kejal Derwîş û Goman Hisên pêk hat.
Herdû aliyan behsa rewşa Herêma Kurdistanê , û bi taybetî behsa Kerkûkê û bêdengiya Civaka navdewletî li hember wê kirin.
Ji bo şeremezarkirina êrîşên hovane yên li ser miletê Kurd li Herêma Kurdistanê hatin kirin, şandê tekezî li ser xwepêşandanan li pêşiya balyozxaneyên Îran û Iraqê kir.
