Grûpên islamî yên ser bi Tirkiyê ve gundine Efrînê topbaran dikin
Grûpên islamî yên ser bi Tirkiyê ve gundine Efrînê topbaran dikin

Grûpên islamî yên ser bi Tirkiyê ve gundine Efrînê topbaran dikin

 5:45:11 PM

RojavaNews: Grûpên islamî yên ser bi Tirkiyê ve, duh Sêşemê bi topên giran êrîşa xwe li hin gund û rêbendên li bin kontrola çekdarên YPGê û grûpên ser bi wê ve  li Herêma Efrînê dûbare kirin.
Jêderekê ji bajarê Efrînê ji RojavaNews re ragihand: "Çekdarên  grûpên islamî yên ser bi Tirkiyê  ve bi çekên giran devera Şera û gundê Merenzê yê ser bi Herêma Efrînê ve topbaran kirin."
Heman jêderê got: " Girê Bextyar û Girê Batmanê yên ser bi devera Cindirêsê û gundê Eyn Deqnê  yê ser bi Şehbayê li bakurê Helebê bi çekên giran hatiye armanckirin, û çekdarên  YPGê bersiva  wan dabûn, û ti zanyarî li ser ziyanan di nav herdu aliyan de nehatibû xuyakirin."
Ne cara yekê ye gundên Herêma Efrînê ji aliyê grûpên islamî ve rastî  topbaranan tên  û bi taybetî yên nêzîkî sînor, û welatiyên wan deveran nerazîbûna xwe diyar dikin û bang li hemû aliyan dikin ku êrîş û armanckirina sivîlan werin rawestandin.
Qadî