‏ Beşek ji berhem û rêjeya petrola Rimêlanê ji PYDê re ye 
‏  Beşek ji berhem û rêjeya petrola Rimêlanê ji PYDê re ye 

‏ Beşek ji berhem û rêjeya petrola Rimêlanê ji PYDê re ye 

9:10:15 PM

RojavaNews:Bajarê Rimêlanê bi çavkaniyên bin axê  û, bi teybetî petrol, gaz û cûreyên jê tên, dewlemend e. Ew jê li bin destê rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê de ye.
Endezyarekî petrolê ku, di rêveberiya zeviyên petrola Rimêlanê de kar dikir kir wiha got: Rejîma Sûriyê mûçeyên karmendan dide, û rejîma Sûriyê bi hemû desteyên xwe di Rimêlanê de ye, û ti carî rêjîm ji navçeyê derneketiye , li gorî ku PYDê di bêje ku navçe di bin kontrola wê de ye,û tê xuyakirin ku PYD desteka rejîmê ye, û biryarên rejîmê bikar tîne, û bi taybetî mijarên abûrî ji herdû aliyan re ye. 
Petrol ji aliyê PYDê ve tê firotin,û yê ji ber dimîne bi tankên petrolê vediguhêze ji rejîmê re, derdora 20% ji PYDê re ye, 10% ji Senadîd re ye, 5% ji Sotoro re ye, û 65% ji rejîmê re ye.
Rejîma Sûriyê mûçeyên karmendan bi pereyên Sûrî dide, ku ev jî parçeyek ji serweriya Sûriyê, û abûriya Niştîmanî ya welêt e.