Li Dortmondê Nȗneratiya ENKSê li Ewropoa ȗ Komîteya Xwecihî ya PDK ê ya Dosildorfê xwepêşandanek ji bo piştgirita piştgiriya serok Barzanî kir.

 1:56:45 PM

RojavaNews: Pêncşemê 2ê berçilleya 2017an ,li ser daxwaza  Nȗneratiya Ewropa ya ENKSê û Komîteya Xwecihî ya Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê ya Dosildorfê ,bi sedan kurdistaniyan xwepêşandanek ji bo piştgiriya serok Mesûd Barzanî û rawestandina şer li ser Kurdistanê  kirin.

Serokê Nȗneratiya Ewropa ya ENKSê Ebdulkerîm Hacî got:” Piştî  êrîşên hovane yên Heşda şeibî ȗ artêşa  Iraqê birêveberiya Îranê, li ser Kurdistanê hatine kirin, ȗ Amerîkayê jî çavên xwe derbarê vê êrîşê girtin, careke din me xwepêşandanên xwe berdewam kirin,ȗ bang li hemî partiyên kurdistanî ȗ rêxistinên sivîl kir da beşdar bin ,ȗ me komîteya piştgiriya Kurdistanê avakir,ȗ xwpêşandanên herî mezin li Broksel ȗ Berlînê çêkirin, ȗ me ji dewletên xwedî biryer xwest ku piştgiriya Kurdistanê bikin,ȗ şerê li ser Kurdan tê kirin rawestînin . “

Hacî berdewam kir:”Em weke Nȗneratiya Encûmena Niştiman î ya Kurd î Li Sȗriyê ENKSê ,me biryara xwe berî giştpirsiyê jî dabȗ,ȗ ji 10ê meha 9an ve em çalakiyên xwe li pêşiya konsulxaneyan Amerîka ȗ dewletên Ewropî ȗ li hemî bajarên Ewropayê  bi xwepêşandan ȗ xwenîşandanên aştiyane piştgiriya giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê dikin, jiber ji ber ku projeya giştpirsiyê ji mafê gelê Kurd e. “