9:34:03 AM
RojavaNews: Tendirustiya endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kursdistan- Sûriya Ebdulrehman Apo roj bi roj ji ber nexweşiyê xerabtir dibe.
Hevjîna xebatkar Ebdulrehman Apo ji RojavaNewes re ragihand, rewşa tenduristî ya serkirdê PDK-Sê Ebdulrehman Apo di zindanê de roj bi rojê xerabtir dibe. Diyar kir jî, nexweşiya şekir bi Ebdulrehman Apo re heye û pêwîstiya wî ya bilez bi veguhastina çarerseriya bijîşkî heye.
Heman jêderê amaje bi rewşa girtina Apo kir, ku malbata wî her du heftiyan dikarin carekê serdana wî bikin û ji ber ku heta niha di odeya tekane de ye û ba û rokê nabîne, rewşa her xerabtir dibe.
Tê zanîn malbata Apo bang li hemû rêxistinên sivîl, mirovî û yasayî yên hundir û navdewletî kir ku fişarê bixin ser PYDê, da ku ew bilez were sebestberdan.
Qadî
