Li Îlamê toz nahêle kes li mala xwe derkeve!

Li Îlamê toz nahêle kes li mala xwe derkeve!

Rojava News:  Li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê ev çend roj in tozek tîr dibare, ji ber wê jî welatî nikarin derkevin derve. Nûnerên Îlamê di Parlamentoya Îranê de jî dibêjin, heta niha hikûmetê ti tedbîreke tenduristiyê ji bo Îlamê negirtiye. 

Zêdetirî 10 rojan e toz li devera Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê dibare ji ber wê jî xelkê wê parêzgehê rastî arîşe û tengaviyên cur bi cur hatine lê heta niha rayedarên parêzgeh û hikûmetê tiştek nekirine.

Li gorî malpera îranî ya ‘mehrnews’, biryar bû ew tedbîrên tenduristî yên ku li deverên din ên ku toz lê dibare, tên girtin li Îlamê jî bên girtin lê heta niha tiştek nehatiye kirin. 


Waliyê Îlamê Mihemed Riza Mirwarîd jî got, eger hikûmetê tiştek ji bo deverên ku toz lê dibare, kiribe dê ji bo Îlamê jî were kirin.