10:51:07 AM
RojavaNews:Çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê, endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriya PDK_Sê, Neşet Zaza revand, û wan ew birin Çiyayê Qereçoxê yê ser bi bajarê Dêrikê ve.
Çekdarên PYD Neşet Zaza îşkence kir, û ew agahdar kir, eger careke din ew here bajarê Dêrikê dê bê kuştin
Duh çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê endamê Komîteya Navendî ya PDK_Sê Ebdulrehman Qasim jî revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
