Salvegera çaremîn ya revandina parêzer Idrîs Elo
Salvegera çaremîn ya revandina parêzer Idrîs Elo

Salvegera çaremîn ya revandina parêzer Idrîs Elo

4:36:45 PM

 

RojavaNews: Îro salvegera çaremîn ya revandina çalakvanê siyasî û endamê Komîta Nevçeyî ya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriya PDK-Sê, parêzer Idrîs Elo li bajarê Efrînê, ku  çekdarên ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê êrîşî ser mala wî kiribûn û wan bi cihekî nediyar ve revand, û ta vê demê çarenivîsa wî nediyar e.

 

Idrîs Elo sala 1968an, jidayik bûye, û ligel hevjîna xwe li bajarê Efrînê taxa Eşrefiyê dijiya. Destpêka şoreşa Sûriyê li Efrînê li dijî rejîma sûrî di gelek xwenîşandanan beşdar bû.

Elo karê parêzeriyê di ber karê  ragihandinê re dikir, û ji ber karê wî yê berçav PYDê xwest wî tune bike, û piştî demeke nedûr wan ew revand û bi cihekî nediyar ve bir, û ta vê demê çarenivîsa wî nediyar e.

 

Malbata Idrîs Elo gelek hewl dan ku çarenivîsa wî  bizanibin lê ew hewl bê encam bûn, ji ber berpirsên Rêvebriya Xweser li Efrînê tometa girtina wî red dikirin, û Asayîşa PYDê ji malbata wî re gotibû tu kes bi navê Idrî Elo li ba me tineye.

 

Li Rojavayê Kurdistanê  gelek kesên siyasetmedar û kadroyên çalakvan yên PDKSê mîna serkirde Abdurrahman Apo, Cemîl Mihemed  û Ehmed Seydo û gelek kesên din ji aliyê rêxistina PYDê ve bi rêyên nerewa hatine binçavkirin.

 

Malbata Idrîs Elo bi rêya Rêxistina Mafên Mirovan li Kurdistanê  bang li hemû rêxistinên sivîl, mirovî û yasayî yên hundir û navdewletî kir ku fişarê bixin ser PYDê, da ku ew bilez were sebestberdan an jî çarenivîsa wî were xuyakirin.

 

Qadî