YPGê girtiyên Mertala Ferat serbest berdide
YPGê girtiyên Mertala Ferat serbest berdide

YPGê girtiyên Mertala Ferat serbest berdide

2:55:31 PM

RojavNews: Di heman demê de ky hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPGê çalakvan û siyasetmedarên kurd destgîr dike, li beramber hêzên biyanî niyazpakiya xwe nîşan dide.

Çavkaniyekê ser bi YPGê eşkere kir ku YPGê bi alîkariya hêzên bi navê Hêzên Şoreşgêr ku ji Ceyş Elsuwwar û Cebhetul Ekrad pêk tên, 37 girtiyên hêzên Mertala Ferat, serbest berdan.

Çavkaniya ser bi YPGê diyar kir ku ew bi vê gavê dixwazin niyazpakiyê li beramber hêzên Mertala Ferat ên ser bi opozisyona sûrî, nîşan bidin.

Di vê gavê de, YPG, Ceyş Elsuwwar û Cebhetul Ekrad 37 girtiyên hêzên Mertala Ferat ji zindannê xwe yên li Efrînê serbest berdan.

Di vê gava xwe de, YPGê ragihandiye ku wan li ser daxwaza kesûkarên wan girtiya ew serbest berdan, lê di heman demê de çarenivîsa girtiyên kurd li zindanên YPG  nediyar e, ne jî dengê zarok û malbatên wan tê bihîstin.

Her li gorî zanyariyan, ew kesên ku li Efrînê serbest hatin berdan, radestî malbatên wan bûn lê girtiyên kurd hêj di zindanên desthilata defakto de ne.