4:13:26 PM
RojavaNews: Duh Pêncşemê dadgehekeTirkiyê di derheqê parlamenterê bajarê Ruhayê û Berdevkê Partiya Demokratî ya Gelan HDPê, Osman Baydemîr de biryara girtina wî hate dan.
Dadgeha Pêncem a Tawanên Giran a Ruhayê Duh Pênşemî di 9/11/2017an sêyemîn rûniştina darizandina berdevkê HDPê Osman Baydemîr hate birêvebirin û bi beşdarbûna parêzerên wî li dadgehê, bi tohmeta terorê û piştevanî û propagandaya rêxistina Partiya Karkerên Kurdistanê biryara girtina wî hate dandin.
Osman Baydemîr beşdarî rûniştina dadgehê nebû û li şûna wî herdu parêzerên Baydemîr, Sêvda Çelîk û Îmre Şihan Oglo di civîna dadgehê de amade bûn û xwestin îfadeyên wî werin wergirtin û biryara paşxistina girtina wî were kirin, lê biryara dadgehê ew e ku ew heta dema azadkirinê divê ew girtî bimîne.
Osman Baydemîr bi tohmeteke giran hatiye gadgehkirin, ku di axavtina xwe ya merasima Cejna Newroza bihûrî ya li Bîrecikê de, propagandaya rêxistina PKKê kiriye û ji ber wê yekê ew hate dadgehkirin û daxwaza 5 sal zindanîkirinê ji wî re hatiye kirin.
Qadî
