10:01:54 PM
RojavaNews: Duh roja Pênşemê Asayîşa ser bi PYDê ve endamê Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, Ebdulkerîm Mustefa Cimo serbest berda.
Jêderekê ji Efrînê ji RojavaNews re ragihand, Asayîşa ser bi Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê endamê PDK-Sê Ebdulkerîm Mustefa Cimo li bajarê Efrînê ji1ê Mijdarê ve ji aliyê PYDê ve bê sûc hatibû binça(v)kirin û roja Pêncşemê serbest hate berdan.
Berî çend rojan, YPGê çekdarên ser bi Mertala Ferat yên Ereb di zindanên xwe de, li ser daxwaza kesûkarên wan girtiyan ew serbest berdan, lê di heman demê de, çarenivîsa girtiyên kurd li zindanên YPGê ne diyar e, ne jî dengê zarok û malbatên wan tê bihîstin.
Li Rojavayê Kurdistanê gelek kesên siyasetmedar û kadroyên çalakvan yên PDKSê mîna serkirde Abdulrehman Apo, Cemîl Mihemed û Ehmed Seydo û gelek kesên din ji aliyê rêxistina PYDê ve, bi rêyên nerewa hatine binçavkirin û di rewşeke xerab de dijîn.
Qadî
